Dinya

Sekreterê Giştî yê Konseya Payebilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî di êrîşa Îsraîlê da hat kuştin

Ahmet Dursun  | 18.03.2026 - Rojanekırın : 18.03.2026
Sekreterê Giştî yê Konseya Payebilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî di êrîşa Îsraîlê da hat kuştin

Ankara

Îranê daxuyand ku Sekreterê Giştî yê Konseya Payebilind a Ewlehiya Neteweyî Elî Larîcanî di êrîşa Îsraîlê da hat kuştin.

Têlevîzyona dewletê ya Îranê daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa Larîcanî hat dayîn, weşand.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Di êrîşa ku serê sibehê hat kirin da Sekreterê Giştî yê Konseya Payebilind a Ewlehiya Neteweyî Larîcanî, Murtezayê kurê wî, Alîkarê wî Elîriza Beyat, xebatkarên Sekreteriya Konseyê û çend parêzvanên wî hatin kuştin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın