Dinya

Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres li Xezeyê kuştina sivîlên ku hewl didan xwe bigîhînin alîkariyê şermezar kir

Şerife Çetin  | 21.07.2025 - Rojanekırın : 22.07.2025
Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres li Xezeyê kuştina sivîlên ku hewl didan xwe bigîhînin alîkariyê şermezar kir

New York

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres got: "Li Xezeyê dijî kesên ku hewl didan xwe bigîhînin alîkariya NYyê qetlîameke din jî pêk hat. Ev kiryareke pir hovane ye. Ez bi tundî şermezar dikim."

Guterres di civîna der barê pêşketina domdar a li Lijneya Giştî ya NYyê hat lidarxistin da axivî.

Guterres got di navbera pêşketin û aştiyê da têkiliyên kûr hene, lê pevçûnên cîhanî destûrê nadin ku Armancên Pêşketina Domdar pêk bên.

Guterres anî ziman ku ji ber vê yekê pêwîstî heye ku li Rojhilata Navîn ji bo aştiyê xebat dewam bikin û behsa êrîşa li Xezeyê ya di dawiya hefteyê da dijî mirovên ku hewl didan ji bo malbatên xwe alîkariya NYyê bistînin pêk hat, kir.

Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres wiha got: "Li Xezeyê dijî kesên ku hewl didan xwe bigîhînin alîkariya NYyê qetlîameke din jî pêk hat. Ev kiryareke pir hovane ye. Ez bi tundî şermezar dikim."

Guterres daxuyand ku li Xezeyê pêwîstî bi agirbesteke bilez heye û got divê hemû dîl bên berdan, astengiya li hemberî gihîştina alîkariya mirovî bê rakirin û wiha dewam kir, "Ev gava yekem e ku divê di rêya çareseriya du dewletî da bê avêtin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.