Dinya

Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte: "Bingeheke pir mezin a pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê heye"

Selen Valente Rasquinho  | 24.06.2025 - Rojanekırın : 24.06.2025
Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte: "Bingeheke pir mezin a pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê heye"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte got: "Divê em bingeha pîşesaziya parastinê ya Tirk bi Îngiltere, Norweç û Yekîtiya Ewropayê (YE) va girê bidin."

Rutte di çalakiya "Foruma Gel" ya di çarçoveya bernameyên roja yekem a Civîna NATOyê hat lidarxistin da axivî û pirsên welatiyên ji welatên mitefîq hatine pirsîn bersivandin.

Rutte behsa şerê li Ukraynayê kir û got gelek welatên ku dibînin stok hêdî hêdî kêm dibin ji bo ku Ukrayna bikaribe çekên ji bo şer hewce dike hilberîne, veberhênanê li bingeha pîşesaziya parastinê ya vî welatî dikin.

Rutte got ev alîkariya Ukrayniyan dike û di nav demeke dirêj da hîmê pîşesaziya parastinê ya NATOyê xurt dike.

Sekreterê Giştî yê NATOyê daxuyand "Bingeheke pir mezin a sanayiya parastinê ya Tirkiyeyê heye", divê ew neyê paşguhkirin û wiha got: "Min serdana hin şîrketên wan kir, bi rastî jî balkêş e."

Rutte wiha dewam kir: "Divê em bingeha pîşesaziya parastinê ya Tirk bi Îngiltere, Norweç û Yekîtiya Ewropayê (YE) va girê bidin. Em destûrê nedin ku di NATOyê da bariyer çêbin, feydaya wê tune."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.