Türkan Tosun
05 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ANKARA
Ji bo 5 eskerên ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya li Efrîna navçeya Sûriyeyê tê kirin de şehîd ketin li Balafirgeha Gazîentabê merasim hat lidarxistin.
Cinazeyê eskeran ji Saziya Tipa Edlî hat hildan û bi korteja eskerî va anîn Balafirgeha Gazîentabê û li vir ji bo wan merasimeke eskerî hat lidarxistin.
Paşê cinazeyê Muhammed Cîhangîr Çubukçuyê Tegmenê Tankê, Çawîşên Pispor Ufuk Aktag, Halîl Îbrahîm Aygul, Firat Karaca û eskerê bipeyman Nurullah Seçen bi du balafirên Fermandariya Hêzên Esmanî va şandin welatên wan.
- Nurullah Seçen li Konyayê hat definkirin

Eskerê bipeyman Nurullah Seçenê ku li herêma Şêx Horozê di êrîşa PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê de şehîd ketibû li Eregliya navçeya Konyayê hat definkirin.
Cinazeyê şehîd Muhammed Cîhangîr Çubukçuyê Tegmenê Tankê li memleketê wî Şanliurfayê hat binaxkirin.

Cinazeyê Çawîşê Pispor Şehîd Halîl Îbrahîm Aygul şandin memleketê wî Çorumê.
Piyade Komando Çawîşê Pispor Bekir Evrenê ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de şehîd ket jî li Osmaniyeyê hat definkirin.
