Çağla Güngör
02 Hezîran 2023•Rojanekirin: 03 Hezîran 2023
Hat ragihandin, rêvebera Twitterê Ella Irwina berpirsa kontrolkirin û polîtîkaya naverokê îstifa kir.
Li gorî nûçeya The Hindu Business Lineê, ji roja ku Elon Musk Twitter kiriye û vir va Irwinê bû şefa ewlehiyê ya duyem ku îstifa kir.
Hat destnîşankirin, sedema îstifaya Irwina par hezîranê dest peywirê kiribû, hê ne diyar e.
Şefê Ewlehiyê yê ewil Yoel Roth piştî îstifa kiribû, Twitter dabû ber rexneyên tund.
Piştî ku Elon Musk, Twitter kirîbû û rêgez sist kiribûn, Irwinê peywira kontrolkirina polîtîkayên taciz, vegotina nefretê û naveroka tundiyê hildabû ser xwe.
Irwinê zêde zêde tevlî betalkirina hesabên bikarhêneran bûbû, bersiv dabû bikarhênerên astengkirî ku ji ber vê çendê jî reklamvanên hîs kiribûn, Twitter li ber postên naveroka wan nefret e qels bûye û loma ji platformê dûr ketibûn.
Musk di adarê da eşkere kiribû, dahatên reklamê yên Twitterê ji cotmehê pê va jî sedî 50 kêm bûne.