PEKÎN
Li Çînê Arkeologan dan zanîn ku li Herêma Xweser a Nîngşîa Hûî ya li rojavayê bakurê welêt bermayiyên nû yên Seda Çînê dîtin.
Li gor nûçeya ajansa Şînhûayê tê texmînkirin ku bermayiyên nû yên ku dirêjahiya wê 20 metro ne yên heyama Xanedaniya Çînê (B.Z 221-B.Z 206) ye.
Hat ragihandin ku diwarên nû hatin dîtin ji 3 qisman pêk tê û qisma ewil 5 metro dirêj e, firehiya wê 3-4 metro ye û bilindahiya wê jî 6 metro ye. Hat diyarkirin ku her du qismên din jî 10 metro dirêj in û bilindahiya wan jî 5 metro ye.
Hat gotin ku seda ku nû hat dîtin li hember êrîşên biyaniyan yên ku di zivistanê dema ku robarê Zer diqerise li ser wê re derbas dibin û tên, hat çêkirin. Dan zanîn ku qismek dîwarên vê herêmê li heyama Dewletên Şer Dikin ên li welêt de xira bûn û di heyama Xanedaniya Çînê de ji nû ve hat avakirin.
Li gor qeydên dîrokî tê texmînkirin ku qeydên nû yên ku hatin dîtin herî kêm 2 hezar û 470 salî ne.
Pispor bi encamên dawîn didin zanîn ku Seda Çînê bi kevirên çiyê û bi piranî li geliyan hat avakirin û divê baştir bê parastin.
UNESCOyê Seda Çînê di sala 1987an de xistibû nav lîsteya mîrateyên çandî yên cîhanê. Çînê di plana 11emîn a pêşketina 5 salî ya ku di salên 2006-2010an de amade kiribû de dabû zanîn ku ji bo parastina diwara herî dirêj a cîhanê 500 milyon yuen (nêzî 80 milyon dolarê DYAyê) veqetandiye.
Her sal bi milyonan tûrîstên herêmî û yên biyanî tên û sedê ziyaret dikin. Cihên dîwarê yên ku tên ziyaretkirin di heyamên diyar de tên nûkirin.