Dinya

Saziya Vejena Atomê ya Îranê: Îro serê sibehê êrîşî Tesîsa Nukleerê ya Natanzê kirin

Tolga Akbaba  | 21.03.2026 - Rojanekırın : 21.03.2026
Saziya Vejena Atomê ya Îranê: Îro serê sibehê êrîşî Tesîsa Nukleerê ya Natanzê kirin

İran

Saziya Vejena Atomê ya Îranê daxuyand ku Amerîka û Îsraîlê êrîşî Tesîsa Nukleerê ya Natanzê kir.

Saziya Vejena Atomê ya Îranê li ser hesabê xwe yê Xa medyaya civakî ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, daxuyanî da û diyar kir ku Amerîka û Îsraîlê êrîşî Navenda Nukleerê ya Natanz Şehîd Ahmedî Rûşen kir ku ev navend ji bo fealiyetên dewlemendkirina uranyumê ya Îranê gelekî girîng e.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Amerîka û Îsraîl berpirsiyariyên navneteweyî binpê kirin û ev çalakî pêk anîn.

Saziya Vejena Atomê ya Îranê daxuyand ku di encama êrîşan da tedqîqatên teknîkî hatin kirin û li gor tedqîqatan tu pirsgirêka radyoaktîf tuneye û ji bo şêniyên ku li herêmê dijîn, talûke tuneye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.