Sevim Hatun
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2017
BOGOTA
Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos, Balyozê Tirkiyeyê yê Bogotayê Engîn Yurur tevî Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Metin Mutanoglu qebûl kir.
Santos di hevdîtina ku li Qesra Casa de Narinoyê ya Serokatiya Dewletê ya li paytext Bogotayê hat kirin de ji bo Ajansa Anadoluyê ku wê dest bi weşana îspanî bike serkeftin xwest.
Santos got ku ew jî berê rojnameger bûye û da xuyakirin ku wê ji hemû hêlan ve piştgiriyê bidin AAyê.
Santos got AAyê biryar daye ku li Bogotayê weşanê bike, ev terciheke baş e, bi saya vê wê peywendiyên me yên bi Tirkiyeyê re xurttir bibin.
Di civînê de Edîtorê Nûçeyên Îspanyolî yê AAyê Daniel Salgar Antolinez û Nûnerê Kolombiyayê Lokman Îlhan amade bûn.