Dinya, Çand û huner, archive

Şahidê bêdeng ê Qirimê: "Mizgefta Cuma Xan"

Mizgefta Cuma Xan a ku li ser serfiraziya sefera Moskoyê ya Xanê Qirimê 1emîn Dewlet Gîray Xan di sala 1552yan de tê înşakirin, bi îhtişama xwe ya roja ewil li ser piyan e.

24.06.2015 - Rojanekırın : 24.06.2015
Şahidê bêdeng ê Qirimê: "Mizgefta Cuma Xan"

ASMESCÎT
 
 Mizgefta Cuma Xan a ku li ser serfiraziya sefera Moskoyê ya Xanê Qirimê 1emîn Dewlet Gîray Xan di sala 1552yan de tê înşakirin, wekî yekane berhema Mîmar Sînan a li Qirimê bi îhtişama xwe ya roja ewil li ser piyan e.

Mizgeft li bajarê Gozleve yê 70 kîlomêtro dûrî Akmescîtê ye. Yek jê navincî û yên din jî piçûk 5 qubbe û 2 jî mînareyên mizgeftê hene û bi vî taybetiyên xwe ve dişibe Mizgefta Fatîhê ya li Stenbolê.

Mizgefta Cuma Xan digel ku gelek sal ji ser re buhurîne, lê dîsa jî aniha hem îbadetxaneya misilmanên Qirimê ye û hem jî ji bo tûrîstan cihê ziyaretê ye.

Alîkarê Miftiyê Qirimê Ayder Îsmaîlov di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku Qirim mîna eyneyekî ye ku serdema Osmaniyan dide nîşan. Îsmaîlov bal kişand ku gîrîngtirîn yek ji berhemên wan jî Mizgefta Cuma Xan e û wiha domand:

"Mizgefta Cuma Xan a ku ji aliyê Mîmar Sînan ve hatiye çêkirin, şahidekî bêdeng ê mîrnîşînî, rabirdû û hebûna me ya li vir e. Di hundirê vê mizgefta ku şahidiya Mîrnîşîniya Qirimê kiriye, mîran fermana xwe belav kirine û wekî fermî derbasî ser textê mîrektiyê dibûn. Hema li rex mizgeftê dêr heye. Li nêzîkê mizgeftê dîsa avahiyên cihûyan jî hene. An ku Gozleve cihekî balkêş e û xwedan berhemên biqîmet e."

- Gîrîngiya wê ya dîrokî

1emîn Dewlet Gîray Xan ê ku di navbera salên 1551-1577an de bi tevahî 26 sal Xantiya Qirimê kiriye, piştî ku Qazan dikeve destê Rûsan, derdikeve sefera ser Moskoyê. Gîray Xan piştî 40 rojên dorpêçkirinê, bajêr dişewitîne û serûbinî dike û herwisa baca salane li ser Çarê Ûris Îvanê 4emîn ferz dike û vedigere Qirimê. 1emîn Dewlet Gîray Xan ji ber serkeftinên xwe yên mezin unwana "Text Algan" werdigire û li ser navê serkeftina xwe bi Mîmar Sînan li Qirimê Mizgefta Cuma Xan dide çêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın