Sadr bangî alîgirên xwe kir ku bila ji avahiya Meclisê derkevin
Baghdad
Lîderê Tevgera Sadrê Muqteda es-Sedr bangî alîgirên xwe kir ku bila ji avahiya Meclisê derkevin û çalakiya xwe ya rûniştinê li der û dora avahiyê bidomînin.
Ji ser hesabê medyaya civakî ya aîdê lîderê Şiî ku ji serê rê xwepşanderî tê birêvebirin der heqê çalakiya rûniştinê da daxuyanî hat dayîn.
Li gor vê alîgirên Sedrê ku ketine avahiya Meclisê ya li Bexdayê wê di nav 72 saetan da ji avahiyê derbikevin û çalakiya xwe li der û dora avahiyê bidomînin.
- Alîgirên Sedr li ser Herêma Kesk da girtibûn
Li Bexdaya paytextê Iraqê alîgirên Muqteda Sedrê pêşengê Tevgera Sedr ê di Cotmeha 2021ê da di hilbijartinê da serkeftî bûbû piştî ku hikûmet ava nekirûbû dev ji siyasetê berdabû. Piştî Sedr karê avakirina hikûmetê derbas, reqîbê wî Çarçoveya Kordînasyonê bûbû
Çarçoveya Kordînasyonê di 25ê Tîrmehê da daxuyandibû ku wan Mihemed Şiya Sûdanî wek namzedê serokwezîr hilbijartiye.
Piştî vê alîgirên Muqteda Sedr ji bo ku namzedê serokwezîr ê Çarçoveya Kordînasyonê Sûdanî protesto bikin derbasî Herêma Kesk bûbûn û ketibûn avahiya meclisê û çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê daxuyandibû ku di bûyeran da heta niha 25 esker, jê 100 sivîl tevahî 125 kes birînda bûn.