SÎLÊMANÎ
Li ser wesiyeta wî Şêrko Bêkes li Parka Azadî hate definkirin. Gelê gelek bajarên cihê cihê beşdarî merasîma definkirinê ya li Silêmaniyê bûn. Di merasîmê de li ser wesiyeta Şêrko Bêkes Koma Jêdarî Kurdistan stran gotin.
Duh êvarê termê Bêkes bi balafirê anîn Herêma Kurdistanê. Termê Bêkes ji teref hikûmet û dostên wî ve hate pêşwazîkirin û taca gulîn ya Serokatiya Komara Iraqê û Herêma Kurdistanê li ser hate danîn.
Şêrko Bêkes 4ê meha tebaxê li nexweşxaneyeke Stokcholma paytextê Swedê jiyana xwe dest dabû.