Sevim Hatun
13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Rûsyayê pêşnumaya biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ji aliyê DYA, Îngilistan û Fransayê ve hat amadekirin ku êrîşa kîmyayî ya ser herêma Xan Şeyxûnê şermezar dike û dixwaze derbarê vê de lêpirsîn were destpêkirin, veto kir. Di pêşnumayê de tê xwestin ku rejima Esed hemû agahiyên derbarê operasyonên 4ê nîsanê de hatin kirin û rayedarên emir dan de bide, li hemû tesîsên eskerî yên ku peywendiya wan bi êrîşê re heye lêkolîn bê kirin.
Di pêşnumayê de di serî de êrîşa biçekên kîmyayî ya ser Xan Şeyxûnê hemî êrîşên kîmyayî dihatin şermezarkirin.
Herçiqas 10 welatan piştgirî da pêşnumayê jî ji ber ku Rûsyaya endama daîmî pêşnuma veto kir, hat red kirin.