Rûsya: Stenbol ji bo mizakereyên di navbera Rûsya û Ukraynayê da wekî platforma sereke dimîne

Moskova
Berdevka Wezareta Karên Derva Mariya Zaharova diyar kir ku Stenbol ji bo mizakereyên rasterast ên di navbera Rûsya û Ukraynayê da wek platforma sereke dimîne û got ku "Em ji ber mêvanperwerî û piştgiriya Tirkiyeyê minetdar in."
Zaharovayê li paytext Moskovayê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist.
Zaharovayê li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya wekî "Gelo di mijara dîroka mizakereyên tura sêyemîn a di navbera Rûsya û Ukraynayê da geşedanek heye yan na? Stenbol ji bo mizakereyan wekî platforma sereke dimîne yan na?" bersivand û ev gotin:
"Stenbol ji bo mizakereyên rasterast ên di navbera Rûsya û Ukraynayê da wek platforma sereke dimîne. Em ji ber mêvanperwerî û piştgiriya Tirkiyeyê minetdar in. Dîroka mizakereyan ji hêla serokên heyetan va tên diyarkirin. Em di vê mijarê da li benda agahdarkirina wan in."