Rûsya: Li dijî tankera MIDVOLGA-2yê êrîşa dronê hat kirin
Moskova
Ajansa Veguhestina Derya û Çeman a Rûsyayê (Rosmorflot) ragihand ku li dijî tankera MIDVOLGA-2yê bi dronê êrîş hat kirin, di keştiyê da xesareke giran çênebû.
Di daxuyaniya nivîskî ya Rosmorflotê da der barê rewşa tankera MIDVOLGA-yê da agahî hatin dayîn ku hat diyarkirin îro li Behra Reş rastî êrîşê hat.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, bi dema Tirkiyeyê di saet 08.00an da li Behra Reş keştî rastî êrîşê hat û wiha hat gotin, "Di keştiyê da ji ser va xesareke sivik çêbû, keştî qul nebû û av hilneda. Di keştiyê da birîndar tunene û bi serê xwe ber bi Bendera Sînopê diçe."
Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Deryavaniyê ya Wezareta Veguhestin û Binesaziyê da hatibû destnîşankirin ku tankera MIDVOLGA-2 ya li Behra Reş 80 mîl dûrî peravê rastî êrîşê hat, ber bi Sînopê diçe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
