Rûsya: "Ewê heyeta Rûsyayê di mizakereyên 2yê hezîranê yên li Stenbolê amade be"

Moskova
Berdevkê Kremlînê Dimîtrî Peskov destnîşan kir ku ji bo hevdîtinên astbilind ên di navbera heyetan da yên di mijara Ukraynayê da, pêdivê encamek bê bidestxistin û got, "Heyeta mizakereyê ya Rûsyayê ber bi Stenbolê va derdikeve rê; ewê sibeha roja duşembê ji bo tura duyemîn a mizakerayan (yên bi Ukraynayê ra) amade be."
Peskov li Moskovaya paytext bersiv da pirsên rojnamevanan.
Peskov diyar kir ku pêdivê Ewropayî şêwrê li ser mijara ewlekariya Ewropayê bikin û got, "Em nikarin bêyî wan bikin. Lêbelê di rojeva civîna ku dê roja duşembê li Stenbolê bê lidarxistin da, rasterast ewê mizakereyên Rûsya-Ukraynayê bin.
Peskov tekezî kir ku ewê heyeta Rûsyayê di mizakereyên 2yê hezîranê yên li Stenbolê amade be û got, "Heyeta mizakereyê ya Rûsyayê ber bi Stenbolê va derdikeve rê; ewê sibeha roja duşembê ji bo tura duyemîn a mizakerayan (yên bi Ukraynayê ra) amade be."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.