Dinya

Rûsya: Em amade ne di navbera Îsraîl û Îranê da navbeynkariyê bikin

Dmitri Chirciu  | 16.06.2025 - Rojanekırın : 17.06.2025
Rûsya: Em amade ne di navbera Îsraîl û Îranê da navbeynkariyê bikin

Moskova

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku ew amade ne di navbera Îsraîl û Îranê da navbeynkariyê bikin û wiha got, "Ji bo ku sedemên bingehîn ên vê krîzê ji holê bên rakirin Rûsya amade ye û çi ji dêst were, wê bike."

Peskov li paytext Moskovayê ji bo rojnamegeran rojev nirxand.

Peskov li ser pevçûnên ku bi êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê va dest pê kirin, sekinî û wiha got, "Em çalakiyên ku li herêmê dibin sedema rageşiyên xeternak, şermezar dikin. Em dibînin, li hemberî êrîşên Îsraîlê civaka Îranê hevdu digire."

Peskov bal kişand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn bi Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump ra li ser mijarê cuda cuda bi têlefonê axivî û wiha dewam kir:

"Rûsya amade ye ku heger pêwîst bike, piştgiriya navbeynkariyê bide. Pêşniyaza ku Putîn ji Trump ra kir, li ser maseyê ye. Ev pêşniyaz rojane ye. Di vê çarçoveyê da Rûsya amade û bi daxwaz e. Ji bo ku sedemên bingehîn ên vê krîzê ji holê bên rakirin Rûsya amade ye û çi ji dêst were, wê bike."

Berdevk Peskov bal kişand ku civaka navneteweyî di mijara pevçûnên Îsraîl-Îranê da dabeşî du aliyan bûye û got ku ev, "ders"ek e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın