Dinya

Rûsya biryara pêvajoya vekişîna ji Peymana Asîmanên Eyan da destpêkirin

Abdullah Tel  | 15.01.2021 - Rojanekırın : 16.01.2021
Rûsya biryara pêvajoya vekişîna ji Peymana Asîmanên Eyan da destpêkirin

Moskova

 Hat ragihandin ku Rûsyayê biryara pêvajoya vekişîna ji Peymana Asîmanên Eyan da destpêkirin

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê weşand da hat bibîrxistin ku Amerîka sala par ji Peymana Asîmanên Eyan a bo kontrolkirina çekan a bi Rûsyayê ra vekişiya.

Hat gotin ku bi vekişîna Amerîkayê va hevsengiya berjewendiyan tevlihev bû û zirar gihîşt peymanê û digel vê Rûsyayê peyman binpê nekir û ji bo domandinê pêşniyaz kirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Pêşniyazên me yên di vê mijarê da ji hevalbendên Amerîkayê piştgirî nedît. Ji ber ku di mijara bo kêrhatina peymanê da tu pêşketinek tuneye Rûsya jî biryara pêvajoya vekişîna ji Peymana Asîmanên Eyan dide destpêkirin."

Amerîkayê di 22yê Mijdara 2020î da daxuyandibû ku ew ji Peymana Asîmanên Eyan a bi Rûsyayê ra hatibû kirin vekişiya.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın