Dinya

Rûsya bi şandina şervanan piştgiriya Hefter dike

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin sitendin, Rûsyaya ku li Sûriyeyê piştevaniya rejimê dike, li Libyayê hez dike refên Hefter bi şervanên kirêkirî hêzdar bike.

Ahmet Aydın  | 20.05.2020 - Rojanekırın : 20.05.2020
Rûsya bi şandina şervanan piştgiriya Hefter dike

Azez

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin sitendin, Rûsyaya ku li Sûriyeyê piştevaniya rejimê dike, li Libyayê hez dike refên Hefter bi şervanên kirêkirî hêzdar bike.

Rûsya li tomargehên ku li Humsê vekirin, navên kesên ku bixwazin bi 1500 dolar meaş biçin nav refên Hefterê Xelîfe yê serekê milîsên nerewa tomar dike.

Herwiha Îrana piştegirê rejima Esed jî bi awayekî lojistikî piştevaniya vê xebata Rûsyayê dike.

600 kesên ku li çolwarên bakurê Humsê navê xwe tomar kirin, bi wesayitên eskerî yên Îran û Rûsyayê pêşî veguhastin Balafirgeha Eskerî ya Hemayê û piştre jî ew veguhastin Balafirgeha Eskerî ya Hmeymimê.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Sûriyeyiyên ku piraniya wan ji sivîlan pêk tê li Balafirgeha Eskerî ya Hmeymimê herekê 500 dolar pêşînat sitendin û ber bi Libyayê birê ketin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın