Muhammet Kurşun
11 Tebax 2017•Rojanekirin: 12 Tebax 2017
ÎSTANBUL (AA) - Serdema duyem a Serkomarê Îranê Hesen Rûhanî di digel gengeşiya wî û Elî Xemaney ji 3yê Tebaxê pê ve bi awayekî resmî dest pê kir. Aciziya di navbera Rûhanî û Xemaney de, çend meh in bi zêdebûn û diyarbûna xwe ve balê dikişîne. Lîderê dînî û serkomar, dema derdikevin ser kursiyê heta ku di eleyhê hev de xeber nedin danakevin. Hindik maye ku rasterast bi navê hev xîtabî hev bikin.
Dema ku rêza rûdana bûyeran li ber çavan were girtin, gelek çavdêr li benda beşa dumahîka nîqaşê ne. Di serê herkesî de du pirs hene: Ev nîqaş dê di encamê de bigihê ku? Serkomarê Rûhanî dê bikaribe serdema xwe ya duyem temam bike?
Di vê çarçoveyê de, bûyera di tarîxê de dişibihe vê nîqaşa di navbera Damêzrênê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Xumeynî û Serkomarê wê demê Ebul Hesen Benî Sedr de ye. Şerê di navbera herdu lîderan de di sala 1981ê de bi ezilkirina Benî Sedr encam dabû. Sedema ku ev bûyer zêdetir tê bîra me jî ew e ku lîderê dînî di axaftineke xwe de behsa vê yekê kir û serkomar Rûhanî jî li wê derê amade bû. Xemaney bal kişand ser vê analojiyê û der barê dubarebûna wê de hişyarî da. Gelek analîst vê hişyariya lîderê dînî, wek hişyariyeke ji Rûhanî re dibînin. Xemaney, Rûhanî bi awayekî vekirî îqaz kir ku mumkin e eqûbeta wî wek ya Benî Sedr be. Piştre 30ê Hezîrana 2017an Berdevkê Hukimê Îranê Muhsînî Ejei li nimêja înê ya Tehranê mijara şerê Benî Sedr û Xumeynî bi nêrîneke kûrtir nirxand. Pêşbînî kir ku dê li dijî Îranê hin çakakiyên fitne-fesadê rû bidin.
Eger şerê di navbera Xemaney-Rûhanî de diqewime di ser analojiya Xumeynî-Benî Sedr were tehlîlkirin, dibe ku netîceya dawiya dawîn jikarwergirtina Rûhanî derkeve. Lê tehlîleke tarîxî ya bi vî şêweyî ne ilmî ye. Der barê tehlîlên tarîxî de Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê yê berê Henry Kissinger gotibû: "Cudahî jî bi qasî wekheviyan muhîm in." Loma, dema tehlîleke tarîxî were kirin, eger çavek li ser wekheviyan kûr bûbe divê di heman demê de çavê din jî li ser cudahiyan zîq bibe. Encex wê demê analîzeke berçav derdikeve holê.
Guman tune ku gelek aliyên wek hev ên herdu bûyeran hene. Lê cudahiyên di navbera van herdu bûyeran de jî gelek in. Loma, berî ku em biqevizin ser encamekê, divê ev cudahî jî bi awayekî zelal werin fêmkirin.
Wextê Benî Sedr li dijî Xumeynî qiyam kir, li pişt wî organîzasyoneke bihêz a wek Mucahidên Xelkê hebû. Vê rêxistinê xwe çekdar kiribû û amadeyî şerê kolanan bû. Bi rastî jî şer kir. Eger em li rewşa Rûhanî binêrin, digel cesareta xwe ya îro jî "markeyeke siyasî" ya aîdî xwe çênekir. Rûhanî hê jî li ber siya serkomarê berê Mûhemmed Xatemî nefesê distîne. Di kampanyaya ji nû ve hilbijartina xwe ya meha gulanê de gotibû ezê silavên Mûhemmed Xatemî ji girseya hilbijêran re ragihînim. Herwiha ji mîrasa rehmetiyê Refsencanî jî îstîfade dike. Lê dîsa jî bi heman şêweyî, girseya hilbijêrên xwe pêk neaniye. Di girseya piştgirên Rûhanî de reformîst, çalakvananê hereketa kesk, mihafezekarên miyanrew, kêmneteweyên dînî û "hilbijêrên negatîf" ên ji ber dijminiya sîstemê deng didin hene. Loma Rûhanî, cezaret nake ku wek Benî Sedr here heta nuqteya dawî.
Dîsa jî eger Rûhanî meseleyê bigihîne nuqteyeke wisa tund, ezilkirina wî ji aliyê lîderê dînî bi qasî ezilkirina Benî Sedr ji aliyê Xumeynî asan nabe. Sedema vê jî sîstema siyasî ya Îranê di 1981ê de parlamenterî ye. Yanî Benî Sedr rasterast ji desthilata birêvebirinê ne mesûl bû. Serokwezîrekî ku ji aliyê Ayetullah Xumeynî û Meclisa Îranê ve bi sorê hatibû sepandin hebû. Wan deman Partiya Komara Îslamî û Meclisa Îranê ya di kontrola komên şoreşger de nelihevkirinên mezin rûdan. Di encama nîqaşan de Benî Sedr qebûl kir ku Mûhemmed Elî Recaî bibe serokwezîr. Recaî jî wek hemû endamên kabîneyê telebeyê xumeynî bû.
Herwiha dema Xumeynî, Benî Sedr ezil kir xelkê Îranê sûretê xwe "li ser heyveronê" didît. Digel ku Xumeynî li dijî muxalifên xwe bi awayekî tund muamele dikir jî wek Îmam Mehdiyê Îmamê 12emîn ê li gor baweriya şiîtiyê di xeybûbetê de ye dihat dîtin. Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku Xumeynî di temamê maweya lîdertiya xwe de bi tu awayî problema meşrûiyetê nedît. Lê lîderê dînî yê niha ji karîzmaya ku Xumeynî kêfa xwe pê dikir bêpar e. Heta mirov dikare îddia bike ku probleme ciddî ya meşrûiyetê jî li ser heye.
Şerê Xumeynî û Benî Sedr di navbera alimê dînî û siyasetmedarekî de bû. Lê şerê Rûhanî û Xemaney di navbera du alimên dînî de rû dide.
[Selîm Celal lêkolerekî li Stenbolê dimîne. Li ser siyaseta derveyî ya Îranê û siyaseta navxweyî dixebite."