Dinya

Rêxistina terorê YPG/HSD li Reqayê ji bo radestnekirina girtîgeha hin DEAŞî tê da girtî ne, bi artêşê ra şer dike

- Beşa mezin a girtiyên girtîgehê ew kes in ku ji ber sedemên kêfî hatine girtin - Ekîba AAyê girtîgeha di bin dorpêça artêşê da kişand

Muhammed Karabacak  | 20.01.2026 - Rojanekırın : 20.01.2026
Rêxistina terorê YPG/HSD li Reqayê ji bo radestnekirina girtîgeha hin DEAŞî tê da girtî ne, bi artêşê ra şer dike

Raqqa

Li parêzgeha Reqayê ya Sûriyeyê, terorîstên YPG/HSDyî yên naxwazin Girtîgeha Aktanê ya hin terorîstîn DEAŞî jî tê da girtî ne radest bikin, bi artêşa Sûriyeyê ra şer dikin.

Girtîgeha ku ekîba AAyê dîmena wê kişand, 10 kîlometre li rojhilatê bakurê navenda bajarê Reqayê ye.

Li gorî agahiya AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê wergirt, hêzên artêşê nava rojê dema gihîştin dewrûbera girtîgehê ku girtîgeh bi wan bê spartin, terorîstên YPG/HSDyî gule agir kirin.

Mensûbên rêxistinê yên ji bo radestkirina girtîgehê bersiva erênî nedan artêşê, heya berêvarê bi navber pevçûn domandin.

Hat diyarkirin, qedera 30 serkirdeyên YPG/HSDyê û hin unsûrên rejima têkçûyî jî ji operasyonên artêşê revîn û xwe spartin girtîgehê.

Tê diyarkirin, hejmara yên bi artêşê ra ketine nav pevçûnan digihîje 300î.

Beşa mezin a girtiyên girtîgehê kesên ji xeynî terorîstên DEAŞî ne.

Di nav van kesan da mixalifên rêxistinê û gelek kesên sivîl hene ku ji ber sedemên kêfî hatine girtin.

Girtîgeh di bin dorpêça yekîneyên artêşê da ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın