ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala der heqê îdiayên ku wê "rêxistina paralel" di hilbijartinê da piştgiriyê bide HDPyê da wiha got: "Rêxistina paralel bi CHPyê ra hevkarî kir. Rêxistina paralel piştî vê dikare bi her kesî ra hevkariyê bike. Divê em ji bîr nekin, di demokrasiyê da hevkarî tenê bi gel ra tê kirin û çareserî ev e. Heger bi gel ra hevkariyê nekin bi kê ra dikin bira bikin."
Ala bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û pirsên der heqê rojevê da besivand. Ala li ser pirsa der heqê HDPyê da wiha got: "Ya girîng ew e ku di nav rêbazên demokrasiyê da tevbigerin. Dikarin wek partî bikevin hilbijartinê, heger bendê derbas nekin wê li derveyî parlementoyê bimînin û ev meseleya wan e."
Ala diyar kir ku li meclisê û derveyî meclisê partî hene û di nav çarçoveya demokrasiyê da tevdigerin û wiha got: "Em gel didin navenda projeyên xwe. Gel dixwaze pêvajoya çareseriyê dewam bike. Yên ku gel hilnedin bingeha projeyên xwe wenda dikin, yên ku gel hildidin bingeha projeyên xwe bi ser dikevin. Heger hûn dernekevin derveyî demokrasiyê gel her tiştî diyar dike. Gel jî di vê meseleyê da çareseriyê dixwaze. Dibêjin bira Tirkiye pêşva here, teror biqede, zarok bixwînin û zana bin. Divê em xwedî li maf û azadiyên xwe derkevin. Ji sedî 80yî - 90î gel piştgiriyê dide û ji ber vê jî pirsgirêk tuneye."
- Hevkariyên hilbijartinê
Ala der heqê îdiayên ku wê "rêxistina paralel" di hilbijartinê da piştgiriyê bide HDPyê da wiha got: "Rêxistina paralel bi CHPyê ra hevkarî kir. Rêxistina paralel piştî vê dikare bi her kesî ra hevkariyê bike. Divê em ji bîr nekin, di demokrasiyê da hevkarî tenê bi gel ra tê kirin û çareserî ev e. Heger bi gel ra hevkariyê nekin bi kê ra dikin bira bikin."
- "Êdî navê wan jî nayê bîra kesî"
Ala destnîşan kir ku di Tirkiyeya berê da hevkarên statukoyê bi saziyan ra li hev dikirin û hikûmet ji rêveberiyê dadixistin û wiha got: "Êdî navê wan jî nayê bîra kesî. Lê haya wan ji vê rewşê tuneye. Ew sazî jî guherîn, yên ku dixwazin bi rêyên din dixwazin bên ser kar, haya wan jê tuneye ku ew dem derbas bûye. Dixwazin heman rêbazan biemilînin, lê gel bi wan dikene, xwe rezîl dikin. Jixwe li cem gel bingeha wan tuneye, çiqas hewl bidin û hevkariyê bikin jî bi ser nakevin."