Dinya

Rêveberiya Trump bi şîrketên petrolê yên Amerîkayê ra di mijara Venezuelayê da dest bi hevdîtinan kir

Wezîrê Vejenê yê Amerîkayê Chris Wright û Wezîrê Karên Derva Marco Rubio dê li ser navê rêveberiya Trump serokatiya hevdîtinan bikin

Dilara Zengin Okay  | 06.01.2026 - Rojanekırın : 06.01.2026
Rêveberiya Trump bi şîrketên petrolê yên Amerîkayê ra di mijara Venezuelayê da dest bi hevdîtinan kir

Washington DC

 Hat ragihandin ku rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi şîrketên petrolê yên Amerîkayê ra di mijara Venezuelayê da dest bi hevdîtinan kir.

Peywirdarekî payebilind ê Qesra Spî di daxuyaniya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku hevnivîsînên bi şîrketan ra dest pê kir û dê bidome.

Peywirdarê Amerîkayî diyar kir ku Wezîrê Vejenê yê Amerîkayê Chris Wright û Wezîrê Karên Derva Marco Rubio dê li ser navê rêveberiya Trump serokatiya hevdîtinan bikin.

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavittê jî wiha got, "Wekî Serok Trump jî diyar kir, bi hewes li benda wê rojê ye ku di mijara veberhênan û firsendên nû yên li Venezuelayê da bi şîrketên petrolê yên Amerîkan ra bixebite."

Serokê Amerîkayê Trump piştî midaxeleya eskerî ya dijî Venezuelayê, eşkere kiribû ku ew ê bi awayekî "pir bihêz" tevlî endustriya petrolê ya welêt bibin ku li dinyayê xwedan rezervên herî mezin ên petrolê ne.

Trump wiha gotibû, "Em ê şîrketên petrolê yên qerase yên Amerîkayê (li Venezuelayê) têxin dewrê, dê bi milyaran dolarî xerc bikin, binesaziya petrolê temîr bikin û dê ji bo welêt dest bi qezenckirina pere bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın