Dinya

Rêveberiya Şamê ragihand ku ji hevdîtinên digel PKK/YPGê ti encamek derneketiye

Mehmet Burak Karacaoğlu  | 26.12.2025 - Rojanekırın : 26.12.2025
Rêveberiya Şamê ragihand ku ji hevdîtinên digel PKK/YPGê ti encamek derneketiye

Damascus

 Wezareta Karên Derva ya Sûriyeyê ragihand ku heta nuha ji hevdîtinên digel PKK/YPGya ku navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi kar tîne, ti encameke berceste derneketiye û daxuyaniyên hatine dayîn di pratîkê da reng venedane.

Çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derva ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe da ya ku da SANAya ajansa fermî ya Sûriyeyê, diyar kir ku ravekirinên derbarê entegrekirina saziyên herêmî bi saziyên dewletê ra heta niha di asta teorîk da mane û ti gavên berbiçav an jî demek zelal nehatine pêşkêş kirin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku hebûna saziyên îdarî, ewlehî û eskerî yên cuda yên ku li derveyî çarçoveya dewletê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê dixebitin, bi gotara yekîtîyê ra nagunce û ev rewş ji çareserkirina wê zêdetir, parçebûnê kûrtir dike.

Her çiqas PKK/YPG daxuyaniyên ku diyalogê bi rêveberiya Şamê ra didomîne hebin jî, çavkaniyê destnîşan kir ku van hevdîtinan li ser erdê encamên berbiçav bi dest nexistine û diyar kir ku ev daxuyanî bi piranî ji bo armancên medyayê têne bikar anîn û armanc dikin ku zexta siyasî kêm bikin.

Çavkaniyê navborî ku di warê neftê da rayedar e diyar kir ku îdiayên PKK/YPGê yên ku dibêjin "Neft ya hemû Sûriyeyiyan e" ji ber ku neft bi rêya saziyên dewletê nayê rêvebirin û dahatên wê nayin veguhastin bo budceya giştî, ji baweriyê dûr e.

Çavkanî anî ziman ku modela edemî merkeziyet a pêşniyarkirî ji çarçoveya îdarî wêdetir diçe, bi aliyên wê yên siyasî û ewlehîyê yekîtîya dewletê tehdît dike, û avahiyên de facto mayînde dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın