İbrahim Atmaca
16 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
ANKARA
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li ser meha rêbendanê îstatîstîkên kar eşkere kir.
Li gor vê, li giştiyê Tirkiyeyê hejmara bêkarên ku emrê wan 15 û jortir in, di meha rêbendanê da li gor heman meha par 576 hezar kes kêm bû û daket 3 milyon û 409 hezar kesan. Di heman heyamê da rêjeya bêkariyê 2,2 pûan kêm bû û daket ji sedî 10,8an. Di rêbendanê da li gor meha borî rêjeya bêkariyê 0,4 pûan zêde bû.
Di meha rêbendanê da rêjeya bêkariyê ya ku çandinî tê da tuneye 2,5 pûan kêm bû û wek ji sedî 12,7 hat texmînkirin.
Di meha navborî da rêjeya bêkariya ciwanên navbera 15-24 salî 4,6 pûan kêm bû û bû ji sedî 19,9an. Rêjeya bêkariyê ya salên 15-64an 2,2 pûan kêm bû û bû ji sedî 11,1.