Dinya

Rêberê Dînî yê Îranê Xamneyî: Lazim e teqez ceza li kiryar û teşwîqkaran bê birîn

Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamneyî di peyama xwe ya ji ber kuştina Muhsîn Fexrîzadeyê zanyarê pêşengê bernameya nukleerê ya Îranê weşand da got: "Lazim e teqez ceza li kiryar û teşwîqkaran bê birîn."

Abdullah Tel  | 28.11.2020 - Rojanekırın : 29.11.2020
Rêberê Dînî yê Îranê Xamneyî: Lazim e teqez ceza li kiryar û teşwîqkaran bê birîn

Tahran

Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xamneyî di peyama xwe ya ji ber kuştina Muhsîn Fexrîzadeyê zanyarê pêşengê bernameya nukleerê ya Îranê weşand da got: "Lazim e teqez ceza li kiryar û teşwîqkaran bê birîn."

Xamneyî ji ber kuştina Fexrîzade peyameke nivîskî weşand.

Di peyama xwe da Xamneyî kesên Fexrîzade kuştin wek "kujerên peretî û zalim" binav kir û ji rayedaran xwest ku bila ew li ser meseleyê bisekinin û wiha pê da çû: "Lazim e teqez ceza li kiryar û teşwîqkaran bê birîn. Hemû kar û xebatên Fexrîzade yên ku di qada zanist û teknolojiyê da dikir divê bên domandin."

Muhsîn Fexrîzadeyê zanyarê wekî mîmarê bernameya nukleerê ya Îranê tê zanîn duh li Abserda navçeya Tehranê di êrîşa terorê da hatibû kuştin. Rayedarên Îranê ji ber sûîqestê Îsraîl sûcdar kiribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın