Rubioyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê dê ji bo Civîna NATOyê were Tirkiyeyê

New York
Hat destnîşankirin, Marco Rubioyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê di ziyareta vê hefteyê ya bo Erebistana Siûdî û Qeterê da dê hevaltiya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê bike û dû ra jî ji bo beşdariya Civîna Xeyrîresmî ya Wezîrên Karên Derva yên NATOyê (NATO iFMM) dê were Tirkiyeyê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Tammy Brucea Berdevka Wezareta Karên Derva da der barê seyaheta Rubio da zanyarî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Rubio dê hevaltiya ziyareta Serok Trump a bo Erebistana Siûdî û Qeterê ya di 11-14ê Gulanê da bike û wiha hat gotin, "Hevdîtinên ku Wezîr Rubio dê bi peywirdarên payebilind ra bike, dê bi kêrî dîtina çareseriyên biwarê dijwariyên kurewî û herêmî, berfirehkirina bazirganî û veberhênanên dualî û her wiha pesenkirina jinûva ya hevkariyên me yên stratejîk were."
Di daxuyaniyê da her wisa hat balkişandin ku bi dû ra Wezîr Rubio, ji bo beşdariya Civîna Xeyrîresmî ya Wezîrên Karên Derva yên NATOyê (NATO iFMM) dê biçe Tirkiyeyê ku dê di 14-15ê Gulanê da li Antalyayê were lidarxistin û li vir dê li ser mijarên wekî pêşaniyên ewlekariyê yên îtifaqê, zêdekirina veberhênanên parastinê yên mitefiqan û bidawîkirina Şerê Rûsya-Ukraynayê raweste.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.