Dinya

RTDyê ragihand ku li Xezeyê îsal 29 jê zarok 99 kes ji ber kêmxwarinê mirin

"Hat tesbîtkirin ku di tîrmehê da biqasî 12 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir ji ber kêmxwarina akut êşê dikşînin"

Muhammet İkbal Arslan  | 08.08.2025 - Rojanekırın : 08.08.2025
RTDyê ragihand ku li Xezeyê îsal 29 jê zarok 99 kes ji ber kêmxwarinê mirin

Geneve

 Tedros Adhanom Ghabreyesusê Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) diyar kir ku li Xezeyê mirinên ji birçîna zêde bûne û got ku "Îsal heta niha 29 jê zarokên ji 5 salî biçûktir 99 kes ji kêmxwarinê mirin. Ev jimarên hatin ragihandin muhtemelen texmînên kêm in."

Ghebreyesus bi rojnamevanên endamê Yekîtiya Mensûbên Çapemeniyê yên Akredîteyê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (ACANU) ra li RTDyê hat bal hev û der barê mijarên tenduristiyê yên navneteweyî da nirxandin kirin.

Ghebreyesus behs kir ku biqasî 2 sal e gelê Xezeyê di bin bombebaranê da ye û da zanîn ku mirov bi sînordarkirî digihêjin xizmetên bingehîn û çendî caran ji cihên xwe mayînê ra rû bi rû man.

Ghebreyesus destnîşan kir ku gelê Xezeyê der barê çavkaniyên xurekê da di bin ebluqeyê da ye û wiha axivî:

"Li Xezeyê mirinên ji ber kêmxwarinê û birçîna zêde dibin. Hat tesbîtkirin ku di tîrmehê da biqasî 12 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir ji ber kêmxwarina akut êşê dikşînin. Ev reqama herî zêde ya rojane ye ku hatiye tesbîtkirin. Îsal heta niha 29 jê zarokên ji 5 salî biçûktir 99 kes ji kêmxwarinê mirin. Ev jimarên hatin ragihandin muhtemelen texmînên kêm in."

Ghebreyesus diyar kir ku li Xezeyê ji ber qerebalixa zêde û şertên av, sanîtasyon û hîjyenê yên xirab bûne nexweşî belav dibin û ev yek dibe sedema fikaran.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.