RTD: "Em ji ber êrîşên Îsraîlê yên zêde yên li ser Refahê bi fikar in"
Geneve
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) Tedros Adhanom Ghebreyesus daxuyand ku ew ji ber êrîşên Îsraîlê yên zêde yên li ser Refahê ku qismeke mezin a nifûsa Xezeyê ji bo ewlehiya xwe lê hewiyaye, bi fikar in.
Ghebreyesus di civîna çapemeniyê ya heftane ya RTDyê da daxuyanî da.
Ghebreyesus wiha got: "Em ji ber êrîşên Îsraîlê yên zêde yên li ser Refahê ku qismeke mezin a nifûsa Xezeyê ji bo ewlehiya xwe lê hewiyaye, bi fikar in."
Ghebreyesus destnîşan kir ku piştî êrîşa bejahî ya Îsraîlê, li gorî texmînan ji 30 hezarî heta 40 hezar kes ji Refahê ya li başûrê Xezeyê derketine ku herin Xan Yûnis û Deyr El Balahê.
Ghebreyesus da zanîn ku li Refahê 600 hezar jê zarok 1,4 milyon kes di bin xetereyê da ne.