Rojnamevanê Amerîkî Carlson got ku Îsraîl ji bo DYAyê "nirxekî stratejîk" nîne
Ankara
Rojnamevanê Amerîkî Tucker Carlson got ku Îsraîl ji bo DYAyê "ji hêla stratejîk ve ne giring" e û tenê mesrefê çêdike û got ku têkiliyên bi welatên Kendavê ra ji têkiliyên bi Îsraîlê ra pir giringtir in.
Carlsonê ku di bernameya Viewpoint de ya di çarçoveya Foruma Dohayê da hat lidarxistin da axivî, diyar kir ku siyaseta derva ya DYAyê divê tenê xizmeta berjewendiyên welatiyên Amerîkî bike.
Carlson tevgera hikûmeta DYAyê ji bo berjewendiyên welatên din wekî "sûcekî exlaqî û yasayî" bi nav kir.
Carlson diyar kir ku Îsraîl, yek ji hevalbendên herî nêzîk ên DYAyê ye, ne xwediyê çavkanî û ne jî nirxekî stratejîk e û got, "Ji perspektîfa Amerîkayê ve, ew welatekî bêwate ye. Sedema giringiya Îsraîl tenê ew e ku em garantiya ewlehiyê didinê." Carlson destnîşan kir ku Îsraîl tenê mesrefan çêdike.
Carlson tekez kir ku têkiliyên DYAyê bi welatên Kendavê ra ji têkiliyên wê bi Îsraîlê ra pir giringtir in û diyar kir ku welatên Konseya Hevkariya Kendavê (GCC) ji ber çavkaniyên xwe yên enerjiyê û cihên xwe yên stratejîk ji bo Washingtonê xwedî giringiyeke mezintir in.
Rojnamevan Carlson got, "Em bi milyaran dolar xerc dikin û prestîja xwe xera bikin, em ji bo kuştina zarokan pereya didin, ev çi feydeyê dide DYAyê? Dibe ku ji bo Bîbî (Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu) baş be, lê ji bo me ne baş e."
Carlson derbarê piştgiriya Serokê DYAyê Donald Trump ji bo hikûmeta Dohayê piştî ku Îsraîlê li Qeterê li hedefekê xist, diyar kir "Ji bo cara yekem di dîroka DYAyê da, serokomar bi eşkereyî li şûna Îsraîlê, li aliyê welatekî Erebî ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
