Dinya

Rojnamegerê Iraqî Zeydî ku pêlav avêtibû Bush di hilbijartinê da bixwebawer e

Zeydiyê ku pêlav avêtibû Serokê berê yê Amerîkayê Bush:"Em dixwazin rejima siyasî ya heyî biguherînin û rejimeke ku di nava Iraqiyan da cudahiya li gorî mezheb û nijadê nake binîn"

Önder Beyter  | 09.05.2018 - Rojanekırın : 10.05.2018
Rojnamegerê Iraqî Zeydî ku pêlav avêtibû Bush di hilbijartinê da bixwebawer e

Baghdad

BEXDA

Rojnamegerê Iraqî Muntazar ez-Zeydî ku pêlav avêtibû Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush û hatibû naskirin, wê li welatê xwe di hilbijartinên giştî yên ku wê di 12ê gulanê da bên lidarxistin de beşdar bibe. Zeydî diyar kir ku di hilbijartinê da ew ji xwe bawer e û wiha got, "Ez li pey guhertinê me, çi gef û gur ne di xema min da nin."

Zeydî pêlav avêtibû Bushê ku ji bo seredana fermî li Iraqê bû û li Bexdayê ligel Serokwezîrê serdemê Nûrî el-Malîkî civîna çapemeniyê li xistibû. Zeydî ji wê demê vir va ji ber tirsa kuştinê, li dervayî welat dima. Ji ber ku di hilbijartinê da wekî namzed hat nîşandan, Zeydî vegeriya Bexdayê.

Zeydî ji lîsteya Saîrûn ku serokê şîe Muqteda es-Sadr pişta wê dike û di navê da namzedên lîberal jî hene, tevlî milmilaneya hilbijartinê bû.

Zeydiyê ku gefa kuştinê lê xwarine, li başûrê Bexdayê bêyî tevdîrên ewlekariyê di malê da dimîne. Zeydî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da ev yek wiha şîrove kir, "Ez ji mirinê natirsim. Li gorî min ez li ser rêya rast im."

Zeydî wiha axivî, "Pêlava ku min avêt Bush, ji bo ku paşê nebe sembol ji aliyê eskerên Amerîkayî yên li salonê amade va destxwera hat perçeperçeyîkirin. Paşê ez ketim girtîgehê û êşkence li min kirin. Herî dawî wekî ciyê mişextê min ji xwe ra Libnan hilbijart û ez çûm wê derê. Qedera 2 meh berê ez ji bo mayînê vegeriyam Iraqê û min biryar stand ku beşdarî hilbijartinê bibim. Em dixwazin rejima siyasî ya heyî biguherînin û rejimeke ku di nava Iraqiyan da cudahiya li gorî mezheb û nijadê nake binîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.