18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
MÛSIL
Hat ragihandin ku rojhilatê Mûsilê ji DEAŞa rexistina terorê hat rizgarkirin.
Talib Şîgatiyê Pêşengê Hêza Dijî Terorê ya Iraqê daxuyanî da û destnîşan kir ku rojhilatê Mûsilê (rojhilatê çemê Dicleyê) ji DEAŞa rexistina terorê hat rizgarkirin.
Şîgatî diyar kir ku planên ku rojavayê Mûsilê ji DEAŞê rizgar bikin, dikin.
Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê do di daxuyaniya çapemeniyê da destnîşan kiribû ji bo rizgarkirina rojavayê Mûsilê amadehiyan dikin.