Rejima Esed tevlî piştgirên xwe li navçeya Seraqibê 170 hezar sivîl bê mal hişt
AAyê bi droneyê va ji hewayê dîmenên navenda navçeya Seraqib a li başûrê Îdlibê ku berî bikeve bin kontrola rejima Esed û piştgirên wî, kişand

İdlib
Ajansa Anadoluyê (AA) bi droneyê va ji hewayê dîmenên navenda navçeya Seraqib a bi qasî 170 hezar sivîl lê dijîn berî bikeve bin kontrola rejima Beşşar Esed û piştgirên wî, kişand.
Hêzên rejimê yên ji komên terorîst ên biyanî ku Îran destekê didê û artêşa rejima Esed pêk tê bi piştgiriya hewayî ya Rûsyayê va duh bişev navenda navçeya Seraqibê bi dest xist.
AAyê bi droneyê va ji hewayê dîmenên navenda navçeya Seraqib a li başûrê Îdlibê ku berî bikeve bin kontrola rejima Esed û piştgirên wî, kişand û di wan dîmenan da xuya dike ku hin avahî ji ber êrîşên rejimê gelek zirar dîtine.
Dîsa di dîmenan da xuya dike ku navenda navçeyê wisa vala ye ku çivîkek jî jê ranabe.
Bi qasî 170 hezar sivîlên li navçeyê dijiyan ji ber êrîşên rejim û piştgirên wî mal û milkên xwe terikandin û koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê ne kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.