İbrahim Atmaca
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2018
ÎDLIB
Li Sûriyeyê rejima Beşşar Esed û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan, digel mitabaqata Soçiyê ya seba parastina agirbestê li bajarê Îdlibê dijî cihên sivîlan êrîşên xwe yên bejahî didomînin.
Rejima Esed û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan, li herêma ku dikeve nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê û di çarçoveya mitabaqata Soçiyê da ji çekan hatiye safîkirin, êrîşên xwe yên bi top û roketan didomînin.
Rejimê û piştgirên wê, li başûrê rojhilata Îdlibê navçeya Xan Şeyxûnê, bajarokên Cercenaz û Temaniyayê, gundên Hiş, Habît û Tuhê ku lê agirbest hene, derengê nîvê şevê bi topan êrîş kirin.
Midûrê Parastina Sivîl a Îdlibê (Baretspî) Mistefa Hec Ûsiv daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li başûrê rojhilata Îdlibê bajaroka Cercenazê û gundê Tuhê ji ber êrîşan hatin valakirin û ji ber vê li wê derê tiştek bi kesî nehat.
5 hezar û 360 malbat mecbûr man û malên xwe terikandin.
Li gor saziya civaka sivîl a bi navê "Kordînatorên Midaxaleyê yên li Bakur" ku li bakurê welêt diçe hewara sivîlan, di nav hefteyeke dawîn da ji Cercenazê 2 hezar û 660, ji gundê Tuhê jî 2 hezar û 700 malbatî koçî deverên biewle yên Îdlibê kirin.
Li Îdlibê di êrîşên hêzên rejimê da ji 17ê îlonê ku mitabaqa Soçiyê hat îmzekirin, heta niha bi tevahî 33 sivîl hatin kuştin, gelek sivîl birîndar bûn.
Mixalifên eskerî ji bo mitabaqatê di 10ê cotmehê da ji herêmên ku mitabaqat li ser hat çêkirin çekên giran derxistin.