Nihat Kavşut
21 Mijdar 2017•Rojanekirin: 21 Mijdar 2017
XUTAYA ROJHILAT/ANKARA
Rejima Esed li Xutaya Rojhilat ya herêma Şama paytext êrîşî cî û warên sivîlan kir û di êrîşan da 4 jê zarok 9 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li Xutaya Rojhilat rejima Esed ber destê sibehê êrîşî Cobar, Merc, Medyere, Haresta, Arbîn, Duma û Kefer Batnaya Xutaya Rojhilat kir.
Ebû Yamînê Berpirsyarê Çapemeniyê yê Parastina Sivîl ya li Xutaya Rojhilat der barê êrîşan da daxuyanî da û destnîşan kir li Medyereyê 2 sivîl hatin kuştin.
Yamîn destnîşan kir di êrîşa rejimê ya li Arbînê da yek jê jin 2 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiyan di êrîşa li Kefer Batnayê hat kirin da ji heman malbatê 4 jê zarok, yek jê jin 5 kes hatin kuştin.
- Di nav hefteya dawîn da 82 sivîl hatin kuştin
Li gor agahiyên çavkaniyên parastina sivîl yên li Şamê tevî êrîşên îro di nav hefteya dawîn da ji ber êrîşên rejima Esed li Xutaya Rojhilat 82 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiyan di êrîşên li Xutaya Rojhilat da 4 xebatkarên ekîbên parastina sivîl jî hatin kuştin.