Haydar Şahin
26 Sibat 2019•Rojanekirin: 27 Sibat 2019
Di êrîşên rejima Beşar Esed û komên terorîst ên di piştgiriya Îranê da yên li ser "Îdliba Herêma Kêmkirina Regeşiyê" da 2 sivîl hatin kuştin, gelek sivîl birîndar bûn.
Rejima Beşar Esed û komên terorîstên biyanî yên di piştgiriya Îranê da êrîşên li ser Xan Şêxûn û Serakiba navçeyên Îdlibê, Latamîne û Kefer Zîtaya navçeyê Hermayê didomînin.
Mistefa Hec Yusifê Midûrê Parastina Sivîlan (Komsipî) a Îdlibê daxuyanî da nûçehianê AAyê û diyar kir ku hêzên rejimê ji ber destê sibê pê va êrîşên li ser wargehên li Îdlib û Hemayê dan destpêkirin.
Hec Yusif wiha axivî: "Rejimê êrîşî Xan Şêxûna di nav sînorên Îdliba Herêma Kêmkirina Regeşiyê da ye kir, di êrîşê da 2 sivîl hatin kuştin. Gelek kes birîndar bûn."
Ji serê salê vir da di êrîşên hêzên rejimê yên li ser Îdliba Herêma Kêmkirina Regeşiyê da herî kêm 94 sivîl hatin kuştin û ji 290î zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê ligel mitebeqata Soçiyê ya ku Tirkiye û Rûsyayê ji bo qeyînkirina agirbesta Îdlibê îmze kiribûn êrîşên xwe didomîne.
Di çarçoveya peymana Astanayê da wezifeya Rûsyaya garantorê rejima Esed ew e ku pêşî li êrîşan bibire.
Mixalifên eskerî li gor mitebeqata 17ê îlona 2018an ji 10ê cotmeha 2018an pê va sîlahên xwe yên giran ji herêmê vekişandibûn.