İbrahim Atmaca
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
BARSELONA
Hikûmeta Rêvebiriya Xweser a Katalonyayê ku dikeve rojhilata Îspanyayê, da zanîn ku di referanduma serxwebûnê ya derqanûnî da ji sedî 90 dengê "erê" derket.
Berdevkê Hikûmeta Rêvebiriya Xweser a Katalonyayê Jordi Turull, Alîkarê Serok Oriol Junqueras û Wezîrê Karên Derva Raul Romeva li Barselonayê civîna çapemeniyê li dar xist û her çend referandum wek derqanûnî hatibe îlankirin jî encamên referanduma serxwebûnê eşkere kirin.
Turull wiha got: "Referandum hat kirin, deng hatin dayîn û deng hatin jimartin."
Turull diyar kir ku di referandumê da ji sedî 90,9ê hilbijêran (2 milyon û 20 hezar û 144) dengê "erê", ji sedî 7,87ê hilbijêran dengê "na" avêtin, ji sedî 2,03yên dengan vala (45 hezar û 586), ji sedî 0,89ê dengan jî (20 hezar û 129) şewitîn.
Turull destnîşan kir, di referandumê da nêzî 400 navendên ku lê sandoq hatine danîn, bi midaxaleya hêzên ewlehiyê hatin girtin, 844 kes rastî êrîşê hatin.