Dinya

Reçêlekan di qutiyên xaza siruştî da hêlîn çêkirin

Li Sarikamişa navçeya Qersê reçêlekan di qutiyên saetên xaza siruştî da hêlînan çêdikin

İbrahim Atmaca  | 24.05.2018 - Rojanekırın : 24.05.2018
Reçêlekan di qutiyên xaza siruştî da hêlîn çêkirin

Kars

KARS (AA) - Li Sarikamişa navçeya Qersê reçêlekan di qutiyên saetên xaza siruştî da hêlînan çêdikin.

Li navçeya Sarikamişê li texma Qonaxên Alpînayê yên Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê reçêlek du sal in di saetên xaza siruştî yên avahiyên vê texmê da hêlînan çêdikin.

Reçêlek di meha gulanê da di van hêlînên xwe da hêk dikin, cûcikan derdixin û mezin dikin.

Di her hêlînê da ji 3yan heta 8an cûcik hene. Reçêlek serê sibê ji qulên qutiyên saetê dertên û heta êvarê tarî dikeve erdê li çayîr û daristanan digerin û ji cûcikên xwe ra kêzik û kurmikan berhev dikin.

Reçêlek dema ku vedigerin hêlînê cûcikên wan devê xwe vedikin ku reçêlek kêzik û kurmikan têxin devê wan. Cûcikên wan di demeke kin da mezin dibin û ji qutiyan dertên û dest bi firînê dikin.

Ji şêniyên avahiyan Levent Eşme daxuyanî da rojnamegeran û got ku reçêlek du sal in di avahiya wan da hêlînan çêdikin û wiha dewam kir: "Reçêlekan ji qutiyên saeta xaza siruştî pir hez kirin. Di hemû qutiyan da cûcikên reçêlekan hene. Reçêlek pêşiyê pûş pelaş dikşînin qutiyan û pê hêlînê çêdikin. Paşê tê da hêk dikin, cûcikan derdixin, cûcikên xwe mezin dikin û bi cûcikên xwe ra difirin û diçin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.