Dinya

Hat tesbîtkirin balafira Malezyayê bi moşeka Rûsyayê hatiye daxistin

Ekîba Lêkolîna Hevbeş ya Navneteweyî (JIT) tesbît kir ku sala 2014an balafira bi sefera MH17 ya Rêhewayên Malezyayê ku li Ukraynayê hat daxistin bi derbeya moşekeke artêşa Rûsyayê hatiye daxistin

Nihat Kavşut  | 24.05.2018 - Rojanekırın : 25.05.2018
Hat tesbîtkirin balafira Malezyayê bi moşeka Rûsyayê hatiye daxistin

Netherlands

BUNNIK 

Ekîba Lêkolîna Hevbeş ya Navneteweyî (JIT) tesbît kir ku sala 2014an balafira bi sefera MH17 ya Rêhewayên Malezyayê ku li Ukraynayê hat daxistin bi derbeya moşekeke artêşa Rûsyayê hatiye daxistin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya JITê da hat destnîşankirin moşek ya Yekîneya Tûgaya 53yemîn ya Rûsyayê ye ku Koerskê ye.

Balafira bi sefera MH17 di 17ê Tîrmeha 2014an da bi 283 rêwî û 15 xebatkarên balafirê ji Amsterdamê bi rê dikeve ku here Kuala Lumpurê û li qada esmanî ya Ukraynayê 40 kîlomêtro dûrî sînorê Ukrayna-Rûsyayê hatibû daxistin û 298 kesên di balafirê da miribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.