Abdullah Tel
22 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Di Lîga Yekemîn a Spanyayê da (La Lîga) Real Madrîd a ku di pêşbirka taloqkirî da bû mêvanê Leganesê reqîbê xwe 3 û 1 têk bir.
Tîma Leganesê mêvanê xwe yê ji paytext li Stada Munîcîpal Butarqueyê ezimand û bi gola Unai Bustinza ya ku di deqîqeya 6an da avêt jî 1 û 0 derbasî pêşiya Real Madrîdê bû.
Real Madrîd 5 deqîqe piştî vê bi gola Lucas Vazque beramberiyê bidest xist û di deqîqeya 29emîn da jî bi gola Carlos Casemîro nîva ewil 2 û 1 qezenc kir.
Di deqîqeya 90î ya nîva duyemîn da Real Madrîd bi gola Sergîo Ramos skorê kir 3 û 1 û pêşbirk jî bi vê encamê qediya.
Real Madrîda ku bi 3 golan 3 puan qezenc kir di rêza sêyemîn a La Lîgayê da bi 48 puanî va bi cih bû.
Di La Lîgayê da Barcelona bi 62 puanî di rêza ewil da û Atletîco Madrîd jî bi 55 puanî va di rêza duyemîn da cih digirin.