Dinya

Rayedarên Ukraynayî bi nûnerên Almanya, Îtalya û Îngiltereyê ra li Stenbolê civiyan

Büşranur Keskinkılıç  | 02.06.2025 - Rojanekırın : 02.06.2025
Rayedarên Ukraynayî bi nûnerên Almanya, Îtalya û Îngiltereyê ra li Stenbolê civiyan

Ankara

Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Sergîy Kyslytsya û Şêwirmendê Serokê Ofîsa Serokatiya Dewletê ya Ukraynayê Oleksandr Bevz ku di çarçoveya Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê li Stenbolê ne, li vir bi nûnerên Almanya, Îtalya û Îngiltereyê ra civiyan.

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Ukraynayê George Tykhyî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyand ku Kyslytsya û Bevz, li Stenbolê beriya Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê bi nûnerên Almanya, Îtalya û Îngiltereyê ra civiyan û pozîsyona wan berî civîna dê bê kirin koordîne kirin.

Nûnerên lijneya Ukraynayê cardin hewlên aştiyane yên Ukraynayê anî ziman, herwiha bi hûrgilî li ser civîna serokan, agirbest û bergiriyên ku pêbaweriya însanî xurt dikin sekinîn.

- Tirkiyeyê piştî 3 salan her du aliyan li ser heman maseyê civand

Piştî şerê xwînî yê ku di Sibata 2022yan da dest pê kir, Tirkiyeyê di heman salê da hem li Antalyayê û hem jî li Stenbolê Rûsya û Ukrayna li ser heman maseyê civandibû.

Tirkiyeyê piştî 3 salan di Gulana 2025an da dîsa heyetên Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê li ser heman maseyê civandibû.

Mizakereyên di navbera Rûsya û Ukraynayê da li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê ya li Stenbolê di 16ê Gulanê da hatibûn kirin.

Di mizakereyan da herdu aliyan li hev kiribû ku li hemberî 1000 kesî 1000 kesên ku dîl hatine girtin bên berdan, fikrên der barê agirbestê da bi hûrgilî bên pêşkeşkirin û mizakere bên domandin.

Herdu welatan daxuyandibûn ku pevguhertina dîlan di 25ê Gulanê da temam bûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.