Rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlî îdia kirin ku Xamaneyê serokê Îranê hat kuştin
Quds
Rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlî îdia kirin ku di êrîşên birin ser Îranê da Ayetullah Elî Xamaney hat kuştin.
Di nûçeya televîzyona Qenal 12 a ku li Îsraîlê weşanê dike da hat îdiakirin ku rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlî di wê baweriyê da ne ku teşebûsa sûîqesda dijî Xamaneyê serokê Îranê bi ser ket.
Rayedarekî Îsraîlî ya ku ji televîzyona Qenal 12ê ra axivî jî îdiaya "Heke Xamaney derkeve û di weşana zindî da daxuyaniyê bide em ê şaş û metel bimînin. Li gor nirxandinan 'êdî di nav me da nîne' lêbelê em li benda teyîda nihaî ne."
Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di heman demê da êrîşên ku rayedarên eskerî û siyasî yên payebilind hedef digirin bir ser Tehrana paytextê Îranê.
