Dinya

Rayedarê NATOyê: "Herekata Mihafiz a Behrê hemû xebatên xwe yên sereke didomîne"

Abdullah Tel  | 02.07.2020 - Rojanekırın : 02.07.2020
Rayedarê NATOyê: "Herekata Mihafiz a Behrê hemû xebatên xwe yên sereke didomîne"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 NATOyê bi bîr xist ku Fransayê piştevaniya dida Herekata Mihafiz a Behrê da sekinandin û digel vekişîna wan hemû xebatên sereke yên herekatê dewam dikin.

Rayedarekî NATOyê li ser biryara Fransayê ya ku wê piştevaniya dida herekatê da sekinandin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku beşdarbûna operasyonan û di nav tifaqê da cih girtin biryareke neteweyî ye.

Rayedarê NATOyê got: "Herekata Mihafiz a Behrê ya NATOyê sê wezîfeyên wek di behrê da çalak tevbigere, têkoşîna li dijî terorê bidomîne û kapasîteya xwe berfirehtir bike, didomîne."

Ji bo îdiaya Fransayê ku digot "Keştiyeke ji sîtola Tirk keştiyeke Fransayê aciz kiriye" jî rayedar got ku ji bo vê îdiayê raporeke eskerî ya taybet hatiye amadekirin û Komîteya Eskerî ya NATOyê wê li ser vê yekê bisekine.

- Biryara piştgirî rawestandina Fransayê

Li gor nûçeya L'Opinion a rojnameya Fransayê Nûmera Daîmî yê NATOyê yê Fransayê Muriel Domenach ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ra nameyek şand û ragihand ku welatê wê piştevaniya dida Herekata Mihafiz a Behrê da sekinandin.

Tê gotin ku ev biryar ji ber îdiaya ku "keştiyeke ji sîtola Tirk keştiyeke Fransayê aciz kiriye" hat dayîn.

Fransayê hefteya borî îdia kir ku keştiya wan ji hêla keştiyeke sîtola Tirk va hatiye acizkirin û Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Hulusî Akar jî daxuyanî da û ragihand ku dema li dane, ewraq û harekatên sîtola Tirk tê mêzekirin tiştekî wisa xuya nake.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın