Rayedarê Îranî: Di êrîşên DYA-Îsraîlê da heta îro 24 karmendên tenduristiyê canê xwe ji dest dane
Istanbul
Hat ragihandin ku di êrîşên DYA-Îsraîlê da heta îro 24 karmendên tenduristiyê canê xwe ji dest dane.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mêhrê Serokê Saziya Servîsa Acil a Neteweyî Cafer Mîadfer derbarê mijarê da agahî da.
Mîadfer anî ziman ku 24 karmendên tenduristiyê dema xizmet pêşkêşî birîndaran dikirin hatine kuştin.
Mîadfer eşkere kir ku 3 ji wan kesan personelê Servîsa Acil a 115ê bûne û yên din jî ji beşên curbicur bijîşk, hemşîre û teknîsyen bûne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
