Sevim Hatun
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
BEYTULLEHÎM
Hat ragihandin ku eskerên Îsraîlê avêt ser kampa penaberan a Ed-Dehîşê ya li nêzî bajarê Beytullehîma dikeve aliyê başûrê Şerîeya Rojava, di bûyerê de 2 filistînî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat sitandin, danê sibê eskerên Îsraîlê avêt ser kampa penaberan a Ed-Dehîşê ya li nêzî bajarê Beytullahîma dikeve aliyê başûrê Şerîeya Rojava, ciwanên li herêmê li hemberî vê yekê bertek nîşan da.
Di bûyerê de eskerên Îsraîlê xaza rondikrêj û guleyên naylon bi kar anîn, 2 ciwanên filistînî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku filistînî rakirin nexweşxaneyên li herêmê.
- Li Îsraîlê binçavkirin
Ji aliyê din ve ji artêşa Îsraîlê daxuyaniyek nivîskî hat weşandin, hat ragihandin ku li herêmên cuda yên li Şerîeya Rojava 12 filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku gumanbar bi sûcê "tevlî bûyerên terorê bûne" hatin binçavkirin.
Li gor raporên ku saziyên Filistînê amade kirin, di girtîgehên Îsraîlê de nêzî 300î zarok bi tevahî 7 hezar filistînî hene.