Rêxistina terorê PKK/YPG li dijî civîna ku Şara wekî serokomarê serdema berwext hat îlankirin derket

Damascus
Di daxuyaniya di bin banê qaşo rêveberiya sivîl a rêxistina terorê PKK/YPGyê ya li Sûriyeyê da hat kirin, li dijî civîna ku Ehmed Şara wekî serokomarê serdema berwext hat îlankirin hat derketin û daxwaza divê li Sûriyeyê rêveberiyeke nenavendî were avakirin, hat kirin.
Di wê daxuyaniyê da ya ku rêxistina terorê qaşo di bin banê rêveberiya sivîl da kir, tewsîfa "otorîteya li Şamê" hat bikaranîn û bi awayekî sergirtî, nasnekirina rêveberiya berwext hat qesdkirin.
Di daxuyaniyê da civîna Rêveberiya Operasyonên Eskerî ya di 29ê Rêbendanê da û encamên wê hat armancgirtin û hat îdiakirin ku di nav beşdaran da pêkhateyên "terorîst" hene.
Di daxuyaniyê da her wiha hat îdiakirin ku di civînê da hemû alî nehatin vehewandin.
Ji xeynî vê di peyama rêxistinê da hat îdiakirin ku ji bo Sûriyeyê rêveberiyeke nenavendî pêwîst e.
Di civîna 29ê Rêbendanê da Şara wekî serokomarê serdema berwext ê Sûriyeyê hatibû îlankirin û her wiha hatibû ragihandin ku destûra sala 2012an hat betalkirin, Partiya Beas, artêş û dezgehên ewlekariyê yên rejima Esed û her wiha parlamento hatin fesixkirin û 8ê Berfanbarê jî wekî cejna neteweyî ya Sûriyeyê hat ragihandin.