KÎEV
Li Ukraynayê li Donetska ku Yanûkovîçê Serokê Dewletê yê ku ji karê xwe hat dûrxistin, li wir hat dinê di navbera xwepêşanderên piştgirê hikûmetê û yên piştgirê rûsan de pevçûn derket. Di pevçûnê de kesek mir.
Li Donestkaya bajarê Yanûkovîç li Qada Lenîn ev çend roj in ku xwepêşandanên piştgirên rûsan berdewam dikin. Ji aliyê din jî xwepêşanderên ku bi alayên Ûkraynayê li aliyê din a qadê kom bûn jî xwepêşandanên xwe yên ku piştgirî didin hikûmetê berdewam dikin. Di navbera komên ku nêrînên wan li dijî hev in, yên ku li qadê kom bûn de pevçûn derket. Di pevçûnan de kesek mir û 20 kesên ku hatin hincirandin jî rakirin nexweşxaneyê.
Ji ber pevçûnên di navbera her du aliyan de hin kes hatin binçavkirin, lê ji ber ku xwepêşandêran wesayîta polêsan dan ber keviran yên ku hatibûn binçavkirin serbest berdan.