Rêxistina terorê YPG/HSD ji bo rêgiriya operasyonên Sûriyeyê pirên li herêmê diteqîne
Halab
Rêxistina terorê YPG/HSD ji bo rêgiriya operasyonên muhtemel ên artêşa Sûriyeyê yên dijî herêma dagir kiriye, pirên li herêmê diteqîne.
Di nûçeya SANAya ajansa fermî ya Sûriyeyê spart çavkaniyên eskerî da hat diyarkirin, artêşê rê li teşebusa rêxistina terorê YPG/HSDyê ya teqandina bi bombeyê ya pira di navbera gundên Rasm el-Îmam û Rasm el-Kerûmê da girt.
"El-Îxbariyeya" têlevîzyona dewleta Sûriyeyê ragihandibû ku YPG/HSDyê di nava rojê da pireke di navbera herêma Dêr Hafirê ya li rojavayê Çemê Feratê û herêma di bin kontrola rêveberiya Sûriyeyê da teqand.
Hatibû diyarkirin, pira li gundê Ummu Tine ya li herêma Dêr Hafirê, li ser guzergeha herêma Dêr Hafira di bin dagiriya rêxistina terorê da û her wiha herêma li bakurê Helebê ya di bin kontrola rêveberiya Sûriyeyê da ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
