Dinya

Rêveberiya Şamê weke bertek ji bo konferansa qaşo ya PKK/YPGê ewê beşdarî hevdîtinên Parîsê nebe

Muhammed Karabacak, Ömer Koparan  | 09.08.2025 - Rojanekırın : 10.08.2025
Rêveberiya Şamê weke bertek ji bo konferansa qaşo ya PKK/YPGê ewê beşdarî hevdîtinên Parîsê nebe

Damascus

 Hikûmeta Sûriyeyê konferansa qaşo ya ku ji aliyê rêxistina terorê PKK/YPGê ku li bakurê rojhilatê welêt navê HSDê bi kar tîne, li dar xist, weke "li dijî yekîtiya neteweyî" û "binpêkirina Peymana 10ê Adarê" bi nav kir û ragihand ku ewê beşdarî hevdîtinên ku tê plankirin li Parîsa paytexta Fransayê bê lidarxistin, nebe.

Rayedarekî hikûmetê ji ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê ra axivî û got ku ew ê nebin alîgirê "tu hevpeymaniyeke ku hewl dide serdema rejima hilweşiyayî vejîne" û ewê beşdarî hevdîtinên nû yên bi HSD ra nebin.

Rayedar tekez kir ku konferansa navborî zirarê dide pêvajoya hevdîtinên ku halê hazir berdewam in û divê HSD helwesteke cidî li ser Peymana 10ê Adarê nîşan bide.

Rayedar ku diyar kir ku "navnîşana rewa" ya hevdîtinan, Şam e û anî ziman ku geşedanên li bakurê rojhilatê welêt îradeyeke neteweyî ku hemû Sûriyeyê di nav xwe da bigire temsîl nakin.

Rayedarî her wiha hevpeymaniya li bakurêrojhilatê welêt weke "hevkariyek nazik a kesên ku ji serkeftina gelê Sûriyeyê zirarmend bûne" bi nav kir û ezimandina kesayetiyên cudaxwaz weke binpêkirinek eşkere ya Peymana 10ê Adarê nirxand.

Rayedarî diyar kir ku ew her vîzyoneke derbarê pêkhateya dewletê da bi zorê yan çekan were sepandin, bi tundî red dikin û tekezî kir ku ev pêkhate tenê dikare bi rêya destûreke mayinde û referanduma gel bi beşdariya hemî Sûriyeyiyan were cîgirkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın