Dinya

Rêberê Îranê Xameney: Heke DYA midaxeleyeke eskerî bike dê ji bo Washingtonê bibe zirareke wisa ku telefiya wê tunebe

Ahmet Dursun  | 18.06.2025 - Rojanekırın : 19.06.2025
Rêberê Îranê Xameney: Heke DYA midaxeleyeke eskerî bike dê ji bo Washingtonê bibe zirareke wisa ku telefiya wê tunebe

Istanbul

 Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xameney anî ziman ku heke DYA midaxeleyeke eskerî bike dê (ji bo DYAyê) bibe zirareke wisa ku telefiya wê tunebe.

Xameney di peyama xwe ya li ser televizyona dewletê da pesnê gelê Îranê da û destnîşan kir ku li hember êrîşên ehmeqane û xirabniyet ên Îsraîlê, gelê Îranê biryardar, wêrek û xwedî tevgerên hesas e.

Xameney anî ziman ku ew her çend li dijî şerekî ku li ser wan tê ferzkirin in, di heman demê da ewê bi biryardarî li dijî aştiya ku wê ber ferzkirin bisekinin û got, "Ev gel di warê ferzkirinê da ewê teslîmî tu aliyî nebe."

Xameney bal kişand ser tehdîdên Serokê DYAyê Donald Trump û got, "Mirovên aqilmend ên ku Îranê, gelê Îranê û dîroka wê nas dikin, tu carî bi zimanê tehdîdê li dijî vî gelê naaxivin, çimkî gelê Îranê teslîm nabe. Divê Amerîkayî bizanin ku heke midaxeleyeke eskerî bikin dê (ji bo DYAyê) bibe zirareke wisa ku telefiya wê tunebe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.