Parlementoya Qirimê piştî referandûma ku li Komara Xweser a Qirimê hat kirin, civiya û îlana "Komara Qirimê ya Azad" kir. Parlemento bi 85 parlementeran civiya û deklarasyona azadiyê weşand. Di deklarasyona azadiyê de gotin ku "Em serdestî û azadiya dewleta Qirimê ya ku dê Sîvastopol li wir xwediyê statuyeke taybet be, îlan dikin."
Di daxuyaniyê de diyar kirin ku Dewleta Qirimê dê bi dewletên biyanî re di nav çarçoveya wekhevî, aşitî, prensîbên cînariya baş de têkilî dayne û gotin ku "Em bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû welatên li cîhanê dikin ku dewleta Qirimê ya ku ji aliyê gelên li Qirimê ve hat damezrandin, nas bikin."